• DOLAR 32.234
  • EURO 35.228
  • ALTIN 2478.227
  • ...
Berxwedêran li Şerîaya Rojava û Qudsê 53 çalakîyan lidarxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berxwedêrên Filistînî, çalakîyên xwe yên li dijî sîyonîstên ku roja çarşembê li Nablusê êrîşî Filistînîyan kiribû û 10 Filistînîyan şehîd kiribû û 102 Filistînîyan jî birîndar kiribû roj bi roj zêde dikin û didomînin.

Li gorî rapora ku ji teref Navenda Agahî ya Filistînê ve hatîye belavkirin di nav 24 seatên dawîn de li dijî sîyonîstan û şênîyên îşxalkeran li Şerîaya Rojava û Qudsê bi tevahî 53 çalakî hatine lidarxistin.

Li gorî daneyên ku di raporê de hatine belavkirin 8 çalakî bi çekan, 3 çalakî bi bombe û molotofê, 4 çalakî li hember sekina sîyonîstên îşxalkeran, zerardayîna ji wesayîtên wan re li cîhên cuda jî li dîjî sîyonîstên îşxalkeran çalakî hatine lidarxistin.

Çalakîyên Qudsê li herêmên Sur Bahîr, Et- Tur, El-Îsawîyye, Ebu Dîs, Beytu Ecza, Sîlvan, Ram û Qalendîyayê hatin kirin, çalakîyên Şerîaya Rojavayê jî li alîyên bakur û b aşûr hatine lidarxistin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir