• DOLAR 32.274
  • EURO 35.103
  • ALTIN 2470.94
  • ...
Karwana Hêvîyê ji erdhejzedeyên li Bûrsayê re nivîn, betanî û xwarinê belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sazîyên xêrxwaz yên ku piştî erdheja Mereşê seferbertîya alîkarîyê dabûn destpêkirin, alîkarîyên xwe yên li dijî erdhejzedeyan a ji roja ‘ewil didomînin.

Sazîyên xêrxwaz yên bira Karwana Hêvîyê, Weqfa Êtîman, Avrupa Yetîm Elî û ÎHO EBRAR him li Bûrsayê him jî li bajarên dinê yên ku ji erdhejê bandor bûne birînên erdhejzedeyan derman dikin.

Komeleya Karwana Hêvîyê yê ku di çarçoveya koordînasyona Sazîyên xêrxwaz yên bira Karwana Hêvîyê, Weqfa Êtîman, Avrupa Yetîm Elî û ÎHO EBRARê de dixebite ji malbatên ku ji erdhejê tesîrdar bûne û çûne Bûrsayê re nivîn, betanî, xwarin û goşt belav kir.

Amûrên alîkarîyê yên ku ji teref sazîyên xêrxwaz ve hatine komkirin ji wesayîtan re tên barkirin û ji erdhejzedeyan re tên teslîmkirin. (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir