• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Ew ê Semsûrê bê barkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Semsûr, ji erdheja ku di 6ê Sibatê de pêk hat xesareke mezin dît.

Li navenda bajêr hezar û 166 heb avahî bi temamî xera bûn, 6 hezar û 108 heb avahî jî xesarên giran hatin tespîrkirin, hat destnîşankirin ku ew ê wan avahîyên xesara mezin jî ji teref ekîban ve wê bên xerakirin.

Suleyman Kilinç daxuyand ku ew ê navenda bajêrê ji cîheke dinê re bê barkirin.

Kilinç weha got, “Înşaallah TOKÎ di çarçoveya ji nûve çêkirinê de ew ê bi taybetî li alîyê bakur û li qontera çîya xanîyên nû lêbike. Yanê herî kêm niha ew ê 30 hezar, 50 hezar xanî tê plankirin ku bê lêkirin. Berîya ev meseleyê jî planeke me hebû ku em bajêr di wî alîyê de bibin. Van deran ‘erdên çandinîyêne. Heta ku ji destê me tê em ê wan xanîyên li cîhê ‘erdên çandinîyê lênekin, li alîyê cîhên ku bi jeolojîk saxlem e bê kirin ew ê feydeya wê hebe. Plankirina niha ewakî ye.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir