• DOLAR 32.287
  • EURO 35.115
  • ALTIN 2475.433
  • ...
Ji Avrupa Yetîm Elî ji bo lîsteya lazimatîyê bang
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karwana Hêvîyê, Avrupa Yetîm Elî, ÎHO EBRAR û Weqfa Êtîman ku bi cîhên çêkirina şîvan xizmetê didin erdhejzedeyan, ji bo amûrên herî lazim bang kirin.

Serokê Avrupa Yetîm Elîyê Abdurrahîm Altun îfade kir ku ew li navçeya Dulqadîrogullarîya Mereşê cîhê xwarinê çêkirine û xebateke tîtîz bikar tînin.

Altun weha got, “Em li navçeya Dulqadîrogullarîya Mereşa ku ji erdhejê gelek tesîrdar bûye ne. Em li vê derê di navenda koordînasyona ku saz kirîye de ne, qeydên erdhejzedeyên xwe digrin, bi wan re xeber didin û lîsteya lazimatîyê çêdikin. Dûre jî wan alîkarîyan em temîn dikin û ji wan re dişînin. 3-5 roj paşê dîsa em li wan digerin û lazimatîyên wan dîsa qeyd dikin, dûre jî dîsa wan lazimatîyên wan dighêjîinin wan.”

Altun di axavtina xwe de ji bo amûrên ku lazimatîya wan ji wan re heye bang kir, û weha got:

“Em wek Karwana Hêvîyê, Avrupa Yetîm Elî, ÎHO EBRAR û Weqfa Êtîman xebateke tîtîz bikartînin. Birayên me di nav xebateke fedekarîyê de ne. Hinek lazimatîyên me yên ku em ji xêrxwazan bixwazin hene. Bi taybetî zexîre di destê me de namîne, divê ku teqwîyeya zexîreyê bê kirin. Ji xwe lazimatîya starê hêna jî heye, tiştên paqijîyê. Lazimatîya me ji rûn re heye, em di temînkirina rûnê de pirsgirêkek mezin dikşînin. Him ji bo zarok him ji bo zilam him jî ji bo pîrekan lazimatîya me ji cilên binî yên ku venebûne re hene. Ev ên ku dipirsin pir in lê di destê me de qet tineye.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir