• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Xanîyên li Cînderesê ji sedî 70 xera bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Mereşê di 6ê Sibatê de di mezinahîya 7,7 û 7,6an de du erdhejên mezin pêk hatin.

Erdhej: li Mereş, Kîlîs, Dîyarbekir, Edene, Kinikan, Entab, Riha, Semsûr, Meletî û Hetayê bûn sedema xerabûnên mezin.

Erdhejên li Tirkîyeyê li çend herêmên Sûrîye û Rojavayê jî xist.

Li bajarên Îdlîb, Halep, Hema, Lazkîye û Tartusê jî ji erdhejan tesîrdar bûn.

Li bajarên Rojavayê yên ku ji erdhejê tesîrdar bûne yek jî Efrîn e, li navçeya Cînderesa Efrînê ji sedî 70 xanî û avahî bi temamî xera bûn.

Di enqazan de xebatên lêgerîn û xelaskirinê hêj didome.

Mirovên ku xanîyên wan xerabûne di mizgeftan de, di kolanan de an jî di konan de jîyana xwe derbas dikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir