• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Di roja 6emîn a erdhejê de li Sûriyeyê û Rojavayê bi tevir û bêran xebatên xelaskirinê didome
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji xeynî Tirkiyeya ku ji ber erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6an li Mereşê hejiya, Sûriye, Rojava û Filistînê jî ji erdhejê tesîrdar bûn.

Erdheja ku li 10 parêzgehên Tirkiyê wêran bû, li bajarê Cinderesê yê Rojava jî rû da. Tevî ku roja 6emîn a erdhejê bû jî, li Cindirêsê ku bi dehan xanî lê hilweşiyan, hilweşîna xaniyên hilweşiyayî mîna roja ‘ewil xuya dike.

Li Cinderesa ku ekîbên lêgerîn û xilaskirinê lê tune ne, xizmên kesên ku malên wan xera bûne, bi tevir û bêran hewil didin ku çolên betonê ji holê rakin û yên di bin enqazê dene derxin.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li parêzgehên Idlib, Heleb, Hama, Laziqiye û Tertûsê yê Sûrîye û Efrîna Rojava jî ji 6ê Sibatê vir ve berdewam dikin.

Li Sûriye û Rojavaya ku ji ber erdhejên ku wek felaketa sedsalê hat binavkirin, hejmara kesên canê xwe ji dest dane derket 3 hezar û 553yan. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir