• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Li Herêma Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê nimêj hatin kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Roja duşemê saet di 04:17ê sibehê de bi pileya 7,7 erdhejek li parêzgeha Mereşê û saet 13:24 piştî nîvro jî bi pileya 7,6 erdhejek pêk hat.

Di erdhejê de li Mereş, Samsûn, Kilîs, Dîyarbekir, Edene, Osmaniye, Antakya, Riha, Meletî û Hatayê ziyanên madî çêbûn.

Li gor amarên Ajansa Rêvebiriya Afetê ya Tirkiyê, di erdhejê de 18 hezar û 342 kes mirine û 74 hezar û 242 kes jî birîndar bûne.

Erdhejê bandoreke mezin li parêzgehên Idlib, Heleb, Hama, Laziqiye û Tertûsê jî kir.

Li gor amarên fermî li Sûriyê 3 hezar û 162 kes hatine kuştin û 5 hezar û 235 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Karûbarên Dînî biryar da ku piştî nimêja înê li nêzîkî 3 hezar û 500 mizgeftên Herêma Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê nimêj hat kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir