• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Pitika ku nû hatibû dinyayê ji bin enqazê hat derxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Pitik di bin enqazê de bi sax hat xelaskirin lê dayîk canê xwe ji dest da.

Pitika ku li Efrînê di bin enqazê de hat derxistin û dema ku hat derxistin jî rodîya navikê wê bi dîya wê re girêdayî bû, hêna jî li klînîkê tedawîyê dibîne.

Pitika ku nû hat dinyayê, ji malbata xwe ew tenê sax maye.

Xeyn ji ev agahîyê li Rojava Efrîn, Kobanî, Serêkanîyê û li bajarên Îdlîb, Halep, Lazkîye, Tartus û Hamayê Sûrîyê jî gelek avahî ji erdhejê tesîrdar bûn û xera bûn, bi hezaran xanî jî zerarê dîtin.

Li Efrînê herî kêm 250 kesan canê xwe ji dest dane. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir