• DOLAR 32.366
  • EURO 34.81
  • ALTIN 2401.455
  • ...
Li Êlihê cesedê zarokeke qîzîn hat dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, doh di seat derdorê 14.00an de li Taxa Beşevlera Êlihê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di nav cîyê komir ê ku xanîyekî di kuçeya 1206.an de ye de ji teref miroveke wê malbatê ve dema ku ji bona şewitandinê komirek helîne cesedê qîzikekî tê dîtin.

Şênîyên xanî bi lez xeberê ji ekîbên 112yê dişînin û ji cîhê bûyerê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin. Di encama tehqîqata ‘ewil a tenduristîyê de hat diyarkirin ku zarok canê xwe ji dest daye.

Piştî lêkolîna ku polês li cîhê bûyerê kir cesedê qîzik ji bo ku bê otopsîkirin ji merga Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Êlihê re hat şîyandin.

Hat hînbûn ku qîzik 7 salî ye û navê wê jî Adara Arslan e, derheqê bûyerê de jî şikdarek tenê hêj hatîye binçavkirin.

Tehqîqata ku derheqê bûyerê de hatîye destpêkirin hêj didome. (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir