• DOLAR 32.298
  • EURO 35.044
  • ALTIN 2477.48
  • ...
Wezîrê berê yê Çavkaniyên Avê yê Cezayîrê ji ber gendeliyê 10 sal cezayê hepsê lê hat birîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî medyaya Cezayîrê, dadgeha Rabatê der barê îddîayên li dijî Berrakî de, ku tê îdiakirin ku sûcên bi îstismarkirina diravên giştî, binpêkirina desthilatê û avantajên neheq pêk aniye, qerar da.

Dadgehê ji ber sûcên navborî 10 sal cezayê girtîgehê li Berrakî birî. Xeyn ji Berrakî dadgeh ji Sekreterê Giştî yê heman wezaretê Mistefa Kerîm Rexîl re jî 10 sal cezayê hepsê lê birî.

Berrakî di salên 2020-2021an de Wezîrê Av û Jîngehê bû.

Karbidestên niha yên welat dibêjin ku ew bibirryar in ku "gendeliyê bi tevahî ji holê rakin", "pereyên dizî vegerînin" û "xezîneya neteweyî biparêzin". (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir