• DOLAR 32.22
  • EURO 34.963
  • ALTIN 2412.13
  • ...
WHO: Mirinên Covid-19 di meha borî de ji sedî 13 zêde bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daxuyaniya WHO, ji 26ê Kanûnê heta 22ê Çileyê 11 milyon û 44 hezar û 336 kes bi Covid-19ê ketine, 55 hezar û 108 kes jî mirine.

Li gorî 28 rojên borî hejmara pêketiyan ji sedî 25 kêm bû û hejmara miriyan ji sedî 13 zêde bû.

Di van hefteyan de bi 3 hezar û 922 kesan welatê herî zêde mirine Emrîqa bû. Piştî wê Japonya (2779), Brezîlya (952), Çîn (617) û Spanya (424) tê.

WHO diyar kir ku ji 25ê Çileyê vir ve 664 milyon û 873 hezar û 23 kes pê ketine û 6 milyon û 724 hezar û 248 kes jî mirine. Li seranserê cîhanê di 24 saetên dawî de 179 hezar û 108 kes bi vîrusê ketin, 713 kes mirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir