• DOLAR 32.26
  • EURO 35.127
  • ALTIN 2506.718
  • ...
Serokkomar Erdogan û Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu hevdîtin kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di hevdîtina ku li Navenda Giştî ya AK Partîyê hat kirin de, Serwekîlê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam û Sekreterê Giştî Şehzade Demîr jî amade bûn.

Serokê Giştî yê Partîya Doza Azad (HUDA PAR) Zekerîya Yapicioglu piştî hevdîtinê ji çapemenîyê re daxuyanîyan da.

Yapicioglu di daxuyanîya xwe de weha got, “Ew ê Hevdîtin bidomin, dema ku mesele eşkere bûn em ê bi raya giştî re belav bikin. Em berê jî bi Serokkomar re hatibûn cem hev û hevdîtinê kiribûn. Em di bin çend sernavan de axivîn. Ji van sernavan yek jî hilbijartin bû. Niha em di nav tîfaqekî de nînin. Dema ku eşkere bibe em ê bi rêya çapemenîyê diyar bikin. Wisa xuya dike ku teqwîma hilbijartinê nehatîye daxuyandin. Dibe ku di meha Çile-Sibatê de teqwîma hilbijartinê aşkere bibe. Dema ku wexta hilbijartinê aşkere bibe em ê jî daxuyanîyek bidin. Ez derheqê pêşnîyarên dinê de agahîyek nikarim bidim.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir