• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Şehîd Abdullah Denîz li ser gora xwe hat yadkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di êrîşa PKKê ku di 27ê Kanûna 2014an de li Cizîra Şirnexê teşebûsa îmhekirina Misilmanan kiribû de Abdullah Denîz şehî bûbû û 35 kes jî birîndar bûbûn.

Şehîd Abdullah Denîz, di salvegera şehadeta xwe de ji teref hevaldozên wî û mirovên  ku wî hezdikirin ve li ser gora xwe bi bernameyekî hat yadkirin.

Ji bernameya ku teşkîlata navçeya Cizîr ya HUDA PARê kiribû re wekîlê serokê navçeya Cizîrê Ahmet Elçîn, endamên partîyê û zarokên şehîd Abdullah Denîz beşdarî bûn.

Wekîlê serokê navçeya Cizîrê Ahmet Elçîn

Wekîlê serokê navçeya Cizîrê Ahmet Elçînê ku di bernameyê de axavtinek kir û ji şehîd re ji Xwedê Teala daxwazîya rehmê kir weha axivî, “Me birayê xwe Şehîd Abdullah Denîzê ku di 27ê Kanûna sala 2014an de li Taxa Nurê di encama êrîşê de şehîd bûbû bi tevî endamên xwe yad kir. Ez bi wesîleya salvegera şehadeta şehîd ji bona şehîd û ji bo hemû şehîdan ji Xwedê Teala daxwazîya rehmê dikim. Xwedayê min bila me jî wan jî ji şefa’eta xwe mehrûm nehêle. Di dinyayê de jî ji me re jiyaneke ku em pê şehîd bibin bike nisîp û di encama ev jiyanê de jî me şehîd bike înşallah. Ji hemû şehîdên me re Ji Xwedê Teala daxwazîya rehmê dikim.”

Hecî Mehmet Karaalp

Hecî Mehmet Karaalpê hevalê şehîd jî derheqê şehîd de axivî û weha got, “Em bi hevalî ji îmana wî re şahidîyê dikin. Ew li ku derê bibûna bila bibûna an jî di nav kîjan civakê de bibûna bila bibûna ji gotina ras û qalkirina heqîyê neditirsîya. Ew yekî wisa yê ku ji de’wa xwe re rast bû ku Xwedê Teala ji wî re ev mertebeya xweşik ya şehdadetê kir nisîp. Xwedê rehma xwe bi wî bike. Xwedê Teala şehîdîyê bike nisîbê me jî.”

Behrem Gozungul

Behrem Gozungulê cîranê wî jî destnîşan kir ku şehîd de’wa Îslamê li her derî dimeşand, “Hecî Abdullah dema ku de’wa Îslamê fehm kir gelek fedekarîyan kir. Di malê de, di kolanan de, ku biçûna li ku derê biçûna li wê derê teblîxa Îslamê dikir. Li alîyê rastîyê bû û daîma rastîyê û heqîyê diparêst. Ew him eqrebeyê me him jî cîranê me bû. Dema ku teblîxa Îslamê dibihîst gelek kêfa wî dihat. Ji ber vê yekê Xwedê Teala şehadetê kir nisîbê wî. Xwedayê min bila şehadeta ku kirîye nisîbê wî bike nisîbê me jî. Înşaallah îman, şehîdî û de’wa pêxember ew ê bibe nisîbê me jî.” (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir