• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Serokê Baskên Ciwanan yê HUDA PARê Er: Rêya ciwanîya bi exlaq û fezîletdar ji zewacê derbas dibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bernameya yadkirina HUDA PARê berdewam dike û di bernameyê de Serokê Baskên Ciwanan yê HUDA PARê Hamdullah Er derheqê ciwanîyê de axavtinek kir.

“Divê ku sîstema perwerdehîyê ya ku li ser korkirina qabilîyet û înatkirina îdeolojîyê hatîye çêkirin bi temamî bê veguhertun”

Er di axavtina xwe de weha got, “Divê ku sîstema perwerdehîyê ya ku li ser korkirina qabilîyet û înatkirina îdeolojîyê hatîye çêkirin bi temamî bê veguhertun. . Li şûna wê, sîstemeke perwerdehiyê ya li ser nirxên me yên şaristanî, li ser keşfkirin û pêşxistina jêhatîbûna kesan, bi armanca bidestxistina şarezayên navdîsîplîn û bi armanca pêşxistina menewî ya ciwanan, divê were diyarîkirin. Divê ku sîstema ku mirovan ji îmtîhanê heta îmtîhana dinê dide bazdan û di dawîyê de jî bi tevî dîplomaya xwe di ortê de dibîne û bêkar dibîne here, ti ciwaneke ku zanîngehê qedandîye, gerek bêkar nemîne. Nîcelîk û nîtelîka dibistanên Teknîk û Meslekî bê zêdekirin. Divê ku îtîbar û rêzdarîya ev zenaatên ku ji dibistanên mezûn bûne ve bidestxistine di nav civakê de bên tertîpkirin.”

“Zema ku herî dawî ji bursan re hat kirin kêm maye, hêviyên ciwanan pûç kiriye”

Er di berdewama axavtina xwe de bal li ser zemê ku li bursan hat kirin kuşand û destnîşan kir ku ev zem kêm maye, “Zema ku herî dawî ji bursan re hat kirin kêm maye û hêviyên ciwanan pûç kiriye. Ji ber ku enflasyona salane ya ji sedî 84,39 tê dîtin, divê zêdebûna bursan dîsa were nûve kirin. Divê sîstema krediyê bê rakirin û ji hemû xwendekaran re bursên ku nayê vegerandin weke şertekî dewleteke civakî bê dayîn. Pêdivî ye ku ev burs bikaribe xwarin, vexwarin, stargeh, cil, çalakiyên çandî û hunerî yên her ciwanek pêk bîne. Divê ji ciwanên zewicî re bêtir burs bê dayîn.”

“Milyonên ku bê hesap û bê kitêb ji bernameyên mîhrîcan, festîwal û tiştên wek vana re tê xerckirin, divê ku ji lazimatîyên ‘eslî yên ciwanan re bê dayîn”

Hamdullah Er di berdewama axavtina xwe de ragihand ku digel ev tengasîyê de konser û mîhrîcanên ku tên kirin ne tişteke ferz e, “Zextên siyasî û civakî şiyana me ciwanan a maddî û manewî qut dike. Em dixwazin fikr û ramanên xwe azad û bê tirs bînin ziman. Her ramana ku di nava îftîra û heqaretê de nebe, divê mirov bikaribe bêje. Lê belê gotina rast, anîtina ziman a xelatan ne heqaretê ye û ne jî bibe mijara qereqol û dadgehan.  Mal û milkên gel bi beheneya ku ciwan dixwazin, ji karên nehewce û yên ku em naxwazin û hetta karên ku zirardar in re tên xerckirin. Milyonên ku bê hesap û bê kitêb ji bernameyên mîhrîcan, festîwal û tiştên wek vana re tê xerckirin, divê ku ji lazimatîyên ‘eslî yên ciwanan re bê dayîn. Di kirîna giştî de rê li ber derfet û bêedaletiyê bê girtin, li şûna axaftinê divê prensîba jêhatî û merîfetiyê were meşandin. Divê ti ciwan ji tirsa “bin asteng” di kirîna giştî de ji îfadekirina bîr û ramanên xwe netirse.”

“Dewlet, mecbûr e ku ciwanan ji ketina heramê biparêze”

Er di dawîya axavtina xwe de derheqê menewîyata ciwanan de bal kişand, “Bi mîlyonan ciwanên me hene ku ji ber pirsgirêkên îdareya xwe avakirina malbatê taloq dikin. Riya xortaniya fezîlet û exlaqî ji zewac û avakirina malbatê derbas dibe. Dewlet mecbûr e ku ciwanan ji ketina heramê biparêze. Ji ber vê sedemê ji bo ciwanên ku nikarin bizewicin re fona zewacê bê avakirin û zewac bê teşwîqkirin. Her wiha ji bo kesên ku di dema xwendekariyê de zewicîn an jî dixwazin bizewicin divê ku di dema ku heta dixweyînin ji wan re yurdên zewacê bên avakirin. Mêvanên hêja ciwan, hêza motor, dînamîk, heyecan û evîna tevgerê ye! Em wek CIWANÊN AZAD di hilbijartinên 2023an de dê bibin hêza herî girîng a partiya xwe HUDA PARê.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir