• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
HUDA PAR salvegera xwe ya 10emîn pîroz dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PARê ku bi silogana “Sîyaseta Dirust Edaleta rast” ket nav jiyana sîyasetê, bi minasebeta sazkirina xwe ya 10emîn wê di 19ê Kanûnê îro seat 19.00an de bi silogana “Lazimatîya Memleket Ji HUDA PARê re Heye” li Diyarbekirê bernameyek li dar dixe.

HUDA PARê ku di sehaya sîyasetê de 10 salê xwe borand; îro di çarçoveya îlkeyên xwe, vîzyonê xwe û mîsyonê xwe de 10 salê xwe di paş de hêşt.

Bi minasebeta sazkirina salvegera 10emîn ya HUDA PARê wê di 19ê Kanûnê îşev seat 19.00an de di Navenda Kongre û Çandî ya Sezaî Karakoçê ku li Yenîşehîra Diyarbekirê ye bernameyek bê lidarxistin.

Ew ê ji bernameya ku Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu û gelek rayedarên partîyê beşdarî bibin re gelek sîyasetmedar, endamên akademîyê, rîspîyan, temsîlkarên STKyan û nivîskaran jî tê hêvîkirin ku beşdarî bibin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir