• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Alîkarê Serokwezîrê Efxenistanê Henefî: Em ê rê nedin ku kesek bê cudahîkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokwezîr Henefî ku serdana eyaleta Cuzcanê ya li bakurê welêt kir, li navçeya Xûş Tapayê bi gel re hat bal hev.

Henefî xîtabî niştecihên navçeya Xûş Tapa ya Cuzcanê ku gelên cuda lê dijîn kir û wiha got; Wî destnîşan kir ku ew ê nehêlin li hemberî kesî zext bê kirin û ne jî destûrê bidin cudakariyê.

Alîkarê Serokwezîrê Efxenistanê Henefî bi bîr xist ku ev sîstem di encama fedakirina canê giranbuha yê bi hezaran zarokên bi rûmet ên vî welatî ji aliyê Emîrtîya Îslamî yên Efxenistanê ve derketiye holê.

Henefî bal kişande ser wê yekê ku Emîrtîya Îslamî ji bo cîbicîkirina pirojeyên geşepêdan û jêrxanê hewlên mezin daye, daxwaz ji xelkê kir ku bi xwe bawer bin ku dê ji bo geşepêdan, bextewerî û parastina serweriya neteweyî ya Efxenistanê kar bikin.

Xelqê navçeya Xûş Tapa; Pirsgirêkên ku ji ber nebûna xwendin, xwendina bilind, elektrîk, ava vexwarinê ya paqij, medrese û dibistanên tenduristiyê dijîn ji Alîkarê Serokwezîr Henefî re ragihand û xwestin ku ev pirsgirêk bên çareserkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir