• DOLAR 32.205
  • EURO 35.007
  • ALTIN 2499.04
  • ...
Di navbera Çîn û Hîndistanê de pevçûn derket
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Parastinê ya Hindistanê ragihand ku li herêma Tawang a li ser sînorê başûrê Çînê Arunachal Pradesh, li herêma bakurê rojhilatê Hindistanê di navbera leşkerên her du welatan de pevçûn derket.

Sînorê sê hezar û 379 kîlomêtroyî yê bi nakok, di navbera Delhîya Nû û Pekînê de bûye sedema pevçûna. Di sala 2020an de di navbera leşkerên her du aliyan de şer derketibû.

Wezîrê Parastinê yê Hindistanê Rajnath Singh leşkerên Artêşa Rizgariya Gel a Çînê (PLA) sûcdar kir ku bi hewla derbaskirina xeta kontrolê, sînorê defakto yê her du welatan, hewl didin ku "yekalî" statukoyê biguherînin.

Singh diyar kir, "hevdîtina ku derket bû sedema pevçûnek laşî ku Artêşa Hindî bi lehengî rê li PLA da ku derbasî herêma me bibe û ew neçar kirin ku vegerin cihên xwe."

Wezareta Parastinê ya Hindistanê berê gotibû ku her du alî "di cih de ji herêmê vekişiyan" û fermandarên têkildar ên welatan civînek li dar xistin da ku mijarê "li gorî mekanîzmayên sazkirî ji bo vegerandina aştî û aramiyê" gotûbêj bikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir