• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Edeneyê traktor qelibî: 35 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin qeza li Taxa Bagtepe ya navçeya Kozanê pêk hat.

Traktora ku Özay K. bi kar dianî û diyar bû ku karkerên di xebatên çandina şitilan de dixebitîn, ji ber sedemeke ku nayê zanîn li alîyê Bîndûşa Taxa Bagtepeyê ket nav daristanê.

Li ser xeberdayînê mirovên ku qezayê dîtine ji cihê qezayê re ekîbên cendirme û tenduristiyê hatin sewqkirin.

35 karkerên ku di qezayê de birîndar bûbûn bi ambûlans û wesayîtên taybet ên ku derbas dibûn ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kozanê.

Hate hînbûn ku rewşa piraniya birîndaran baş e.

Der barê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir