• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Alîkariya însanî ya Tirkiyeyê ji bo Pakistanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di meha Tebaxê de lehîyeke mezin rû da û bandor li ser sêyeka Pakîstanê kir. Di lehiyê de zêdeyî 1700 kesî jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 13 hezar kes jî birîndar bûn. 806 hezar mal bi temamî wêran bûne, 1,3 milyon xanî zirar dîtine û 1,2 milyon heywanên çandiniyê jî telef bûne. Her wiha ji ber lehiyê zerareke mezin dîtiye qadên çandiniyê. Tevî ku ev demeke dirêj e weke 4 meh di ser lehiyê de derbas bûye jî ji ber ku ava lehiyê kêm nebûye welatî nikarin xwe bigihînin malên xwe û çandiniyê bikin.

ÎHHya ku li Pakîstanê tevli xebatên alîkariyê dibe, piştî lehiyê ji bo welêt xebatên alîkariyê da destpêkirin.

Alîkariyên ku heta niha di çarçoveya xebatan de hatine kirin wiha ne: “Ji bo 13 hezar û 272 malbatan xurekê, ji bo 50 hezar û 760 kesî xwarina germ, 5 hezar û 135 xwarinên konserve, 6 hezar û 215 betanî, 7 hezar û 337 kelûpelên paqijiyê, 4 hezar û 550 parzûn, 1,1,100 toreyên mêş, 265 torpûl û 3 hezar û 197 alavên metbexê.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir