• DOLAR 32.288
  • EURO 34.778
  • ALTIN 2401.447
  • ...
Serokê Giştî yê HAKSÎADê Karavîl li Efxenistanê ye: Ji bo veberhênan divê ku şertên teşwîqê bên cazîbkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê Komeleya Karsazan û Odeya Senayîyê Fîkrî Karavîl, bi tevî lijneya xwe ji bo ku hinek zîyaretan li Efxenistanê ye.

Karavîl û lijneya wî, di çarçoveya zîyaretê de Serokê Odeya Senayî û Tîcaretê yê Efxenistanê Muhammed Yunus Momend zîyaret kirin.

Momendê ku diyar kir ku ew ji ev zîyaretê gelek kêfweş bûne, ji Karavîl re sipasîyan kir.

Momend destnîşan kir ku Efxenistan piştî îşxalê bû welateke ewle, ji ber ku welatên din li ser wan ambargoyan dikin ew pirsgirêkan dijîn.

“Efxenistan bi herêmî xwedîyê ciheke stratejîk e”

Momend ragihand ku ew ji karsazên Tirkîyeyî hêvîya alîkarîyê dikin û weha got, “Em bi wek Odeya Senayîya Tîcaretê çi ji destê me bê ji bona ku bikin amade ne. Em ji we daxwaz dikin ku karsazên xwe dawetê fuarên me bikin. Em we hemûyan wek endameke Odeya Tîcaretê qebûl dikin û daxwaz dikin ku dostîtîya xwe xurt bikin. Efxenistan bi herêmî xwedîyê ciheke starejîk e. Piştî hatina Emîrtîya Îslamê li welêt hizûr û aştî serwer bûn. Tiştê ku em ji we dixwazin ev e ku karsazên Tirkîyeyê dawetê li vê bikin, li vê derê febrîqeyan vekin û malên xwe li vê derê hilbirînin.”

Momend bal kişand ku tacirên biyanî wek Emrîqayî û Çînî tênê welatê wan, encax ew bal kişand ku ew dixwazin bi tacîrên Misilman re bixebitin.

“Emîrtîya Îslamê dixwaze ku em li vê derê veberhênanê bikin”

Momend di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku Efxenistan ji bo çandinîyê ciheke baş e, “Ji bona ku Tirkîye di çandinîyê de gelek pêşve çûye em hêvîya alîkarîya wan in. Em ji bona tîcaretê çi ji destê me bê ji bona ku bikin amadene. Em bi wek Odeya Senayî û Tîcaretê dixwazin ku bi we re bixebitin. Emîrtîya Îslamê dixwaze ku hûn li vê derê veberhênanê bikin û di vê meseleyê de sipasîyên xwe ji we re teqdîm dike. Bazirganên ku li vê derê di tîcaretê de veberhênanê bikin ew ê kareke (qezenc) zêde bidest bixin.”

Serokê Giştî yê HAKSÎADê jî bal kişand ku Efxenistan welateke ewle ye û weha got, “Bû salekîye ez têm û diçim li vê derê. Em bi platformên cuda qala ewlehîyê û rewşa li vê derê dikin. Em bi derdên birayên xwe yên li vê derê derddar dibin. Sermaye tirsoneke. Ew cihê ku bitirse veberhênanan nake. Em ji bona ku ev der ne ciheke talûkeye bidin nîşandan xebatê dikin.”

Karavîl: “Veberhênerên ku dixwazin fabrîqeyekê vekin divê ji dewletê teşwîqeke baş hebe”

Karavîl diyar kir ku karsazên ku dê berê xwe bidin qada madenê ya welêt divê sermayeke mezin razemeniyê bikin û weha got, "Di vî warî de lêkolîneke AR-GE hewce dike. Mirov bêje ku li Efxenistanê gelek maden hene, têr nake. Pêwîst e sermayedaran agahdar bikin ka kîjan li kîjan herêmê ne û çiqasî ne. Veberhênerên ku dixwazin fabrîqeyekê vekin divê ji dewletê teşwîqeke baş hebe. Divê şert û mercên di vî warî de hêsantir û balkêştir bên çêkirin. Rêjeya bêkariyê li Efxenistanê gelekî bilind e, ji bo ku ev mijar kêm bibe divê dewlet di dema vekirina kargehekê de destekê bide sermayedaran. Em heyeta bazirganên Efxenî dixwazin ku li Tirkiyeyê mêvan bikin. Dikarin werin li wê derê qala xwe bikin. Di vî warî de em ji bona hemû alîkarîyan amade ne.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir