• DOLAR 32.282
  • EURO 35.041
  • ALTIN 2473.486
  • ...
Zarokê ku li Diyarbekirê dema çûbû karoka kombike winda bûbû hat dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Selman Y. (13) ê salî yê ku doh bi apê xwe re çûbû li deşta Bedroya Qerejdaxê ya navçeya Çinarê ji bo komkirina karokan danê êvarê winda bû.

Dema ku xizmên zarokê ku di nava mijê de winda bûbû, nedîtin, agahî dan cendirmeyan. Zarokê 13 salî ku di mijê de winda bûbû, ji doh ve ji aliyê cendirme, AFAD û gundiyan ve tê lêgerîn.

Zarokê winda danê êvarê ji aliyê şivanan ve li gundê Kerêcinê yê herêma Qerejadax a navçeya Çinarê ku bi qasî 15 kîlometre dûr e, hat dîtin.

Hat diyarkirin ku rewşa zarokê winda baş e û xizmên wî hatin agahdarkirin.

Selman Y. yê ku ewil kontrola wî ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve hat kirin, ji bo kontrolê sewqî nexweşxaneyê hat kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir