• DOLAR 32.428
  • EURO 35.28
  • ALTIN 2428.017
  • ...
Di qezaya îskeleyê ya li Êlihê de 2 kes canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh di seat 14.52yan de li Taxa Gultepeyê di înşeata mizgeftekî de îskele hilweşîya. Di encama hilweşînê de 20 karker birîndar bûn.

Karkerên ku di bin îskeleyê de asê man K. T., R. Y., B.Y., M. H. O., B. K., İ. C., H. A., M. A., E. Ç., F. E., A. K., B. K., Y. Ç., M. Ş. Ş., V. K., N. K., F. Ç., S. U., M. Z. û kesekî yê ku hêj navê wî nehatîye hînbûn, bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Veysî Kaydulê ku giran birîndar bûbû û hatibû rakirin nexweşxaneytê, digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da. Cenazeya Kaydulê ji bo bê otopsîkirin hat rakirin merga Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîyê.

Yusuf Çelîkê 44 salî yê ku ew jî hatibû rakirin nexweşxaneyê di seatên êvarê de digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Tehqîqata ku hatibû destpêkirin hêna jî didome. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir