• DOLAR 32.265
  • EURO 35.053
  • ALTIN 2466.752
  • ...
Li 3 bajêr û navçeyekî ji ber erdhejê ji perwerdehîyê re navber hat dayîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Erdhej, li navçeya Golyakaya Duzceyê di seat 04.08an de pêk hat.

Heta niha di encama erdhejê mirî çênebû lê yek jê giran 50 kes birîndar bûn. Ji ber erdheja ku li gelek bajêr û navçeyan hat hîskirin li Duzce, Seqerya, Bolû û navçeya Ereglîya Zonguldaxê ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hat dayîn.

Walîyê Duzceyê Cevdet Atay, Walîyê Seqeryayê Çetîn Oktay Kaldirim, Walîtîyê Bolûyê û Qeymeqamtîya Ereglîyê daxuyandin ku ji ber erdheja ku li Duzceyê pêk hat ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hat dayîn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir