• DOLAR 32.303
  • EURO 34.817
  • ALTIN 2411.432
  • ...
19 milyon xwendekar îro dest bi dersê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî bêhnvedana 9 rojan a li dibistanên seretayî, navîn û amadeyî îro zengila yekem lê ket.

19 milyon xwendekar dê dîsa dest bi perwerdehiyê bikin.

Li gor agahiya ku ji teref Wezareta Perwerdehiya Millî (MEB) ve hat weşandin, rojên bêhnvedana sala perwerdehiyê ya 2022-2023an hat eşkerekirin.

Li gorî vê; Di 14-18ê Mijdara 2022an de betlaneya yekem a navîn, 17-20ê Nîsana 2023an jî dê betlaneya duyemîn bê kirin.

Xwendekar dê îsal di navbera 23yê Rêbendan û 3yê Sibata 2023an de betlaneya xwe ya semesterê bistînin.

Dewreya duyemîn dê roja duşemê 06.02.2023 dest pê bike û roja înê 16.06.2023 bi dawî bibe.

Li gorî vê agahiyê dê dibistan 16ê Hezîrana 2023an roja Înê bikevin betlaneyê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir