• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Xarpêtê du erebe li hev qelibîn: 5 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li Bûlwara Adnan Kahvecî pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatin bidestxistin, erebeya ku di bin kontrola T.K. de bû li erebeya ku hêj navê şofêrê wê nehatîyê hînbûn qelibî.

Erebeya ku ji ber qezayê pekîya li sênca bexçeyê qelibî. Di qezayê de 5 kesên ku di nav herdu erebeyan de bûn birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristîyê û polêsan hatin sewqkirin. Birîndarên ku midexeleya ‘ewil li wan hat kirin hatin rakirin nexweşxaneyê.

Hat hînbûn ku rewşa du birîndaran giran e û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir