• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Li Erzîromê gur mêşina ku ji kerîyê veqetîyê bû qefalt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Êrîşa gur li Gundê Duzovaya ku girêdayê navçeya Tatosa Erzîromê ye pêk hat.

Li gorî agahîyan, doh di seat 16.00an de li Gundê Duzovaya ku girêdayê navçeya Tatosa Erzîromê du gur mêşinekî qefaltin.

Mehmet Alî Şenka, Ramazan Koç û Îbrahîm Bîldîrîcîyê ku wê demê di nav erebeyên xwe de bûn ev rewşê ferq kirin û erebeyê xwe dan sekinandin.

Gurên ku kesên ji erebeyê peya bûn dîtin mêşinê bi birîndar berdan û revîyan. Her sê heval jî ji bona ku mêşin mirar nebe bi lez wê serjêkirin û wê ji telefbûnê xelas kirin.

Sê hevalên hestyar mêşina ku serjêkirin jî birin teslîmê xwedîyê wê kirin. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir