• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Li Fîlîpînan Bahoza Nalgaeyê tesîrdar dibe: 13 mirî, 5 winda
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Fîlîpînan a ku her sal hema hema 20 bahoz û bagêr tesîrdar dibe, bahoza Nalgaeya ku 16emîna bahoza tropîkalê ye, li hinek herêmên welat tesîrdar bû û bû sedema baran, lehî û hezazan.

Rayedarên Fîlîpînan, daxuyandin ku li bajara Maguîndanaoya li Herêma Otonoma Bangsamoroyê ji şevê heta serê sibê baraneke bi dijwar tesîrdar bû.

Di daxuyanîyê de xeyn ji vê, hat îfadekirin ku li herêma Datu Blah Sinsuatayê 10 kes li herêma  Datu Odin Sinsuata ya girêdayê Maguîndanaoyê jî 3 kes ji ber lehî û hezazan canê xwe ji dest dan, ji bona ku kesên windayên ku di bin xanîyên ku ji ber hezazê xera bûne de ne bên dîtin jî ekîbên lêgerîn û xelaskirinê hatine sewqkirin.

Marshall Sînsuatê Serokê Şaredarîya Datu Blah Sînsuatê jî daxuyand ku li bajêr ji 5 kesan xeber nayê girtin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir