• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Ji Ewrupa Yetîm Elîli Îzmîrê ji mihtac û êtîman re alîkarî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ewrupa Yetîm Elîyê ku di rojên borî de ji Stenbolê bi rê ket û ji bo malbatên êtîm pêşî li Sakaryayê û pişt re jî li Balikesîrê xebatên alîkarîyê li dar xist, kêfxweşiya xwe bi dayîna paketên xwrin, goştê sor û alîkariya pereyan ji bi dehan malbatên li Îzmîrê re parve kir.

Serdar Şîşmanê Alîkarê Serokê Giştî yê Ewrupa Yetîm Elîyê jî der barê xebatên alîkariyê yên ku kirine de weha got: "Em wek Ewrupa Yetîm Elîyê li gelek deverên dinyayê xebatên xwe yên xêrxwaziyê didomînin. Di gera Tirkiyeyê ya ku me da destpêkirin de niha em li Îzmîrê ne. Bi temaya "Rêwîtiya Dilovaniyê" derketine rê. Em çûn rewşa wan û bîranînên wan pirsîn. Me pakêtên xwarinê, goştê sor û alîkariya pereyan belav kir. Armanca me ew e ku em biçin serdana birayên xwe yên sêwî yên ku li gelek parêzgehên Tirkîyê dijîn û ji wan re alîkariyê bişînin. Xwedê ji hemû xêrxwazên ku alîkariya malbatên sêwî dikin razî be." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir