• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Aliman: Wezîfeya ‘ewil a aliman û dawetvanan birina Îslamê ya ji însanan re ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji bernameya “Hevdîtina Aliman a 7emîn” a ku ji teref ÎTTÎHADUL ULEMAyê ve hate lidarxistin re gelek alim beşdarî bûn. Alimên ku beşdarî bernameyê bûn, bal kişandin ku hevdîtinên ewakî wê ji wehdeta ummetê re bibe wesîle û derheqê wezîfe û mesulîyetên aliman de xeber dan.

Şêx Reşîdê Alîkarê Serokê Giştî yê Meclîsa Aliman ya Iraqê di axavtina xwe de bîr anît ku ew gelek muhîmtîye ji yekîtî û bihevreyîya ummeta Îslamê re dide, “Ji ber ku tesîra Îslamê li ser xelqê nemaye ev yekîtî û b hevreyî jî nemaye. Niha Îslam hakim nîne. Sebebeke ji ev tiştê yek jî tovên nîjadî û taassuba ku di nav me de hatîye avêtin e. Dixwazin ku me bi van tiştan bixapînin. Di encama vê tiştê de armancdikin ku bila ummet belav bibe, ji hev dûr bikevin û ziîf bibe. Feqet Quran ji me re emr dike ku bi hev re xwe bi benê Xwedê re girêdin. Ger ku em bi hev re xwe bi benê Xwedê re girê bidin em ê wê çaxê qewetê bidestbixin, serbikevin û serfiraz bibin.”

“Yekîtî û bi hevrebûna di nav me de encax bi Îslamê bê tertîpkirin”

Şêx Reşîd bal kişand ku lazimatîya Misilmanan  ji ev civînan re gelek zêde heye, “Em aliman peyamên xwe encax ewakî dikarin bighêjînin mirovan. Çîmkî, aliman rêber, rêzan, rêvebir û serok in, kesên ku di nav civakê de hilbijartî û warisê Pêxemberan e. Ger ku aliman bi van şeklan peyamên xwe bighêjînin ummetê, wê çaxê ew ê tesîreke wan ê baş çêbibe. Wê bi vê şeklê ev xelq û civak ji nû ve berê xwe bidin Rebbê xwe, yekîtî û bihevrebûnîyên xwe biparêzin û biqewet bikin.”

ŞÊX REŞÎD

Şêx Reşîd, di berdewama axavtina xwe de weha got, “Misilmanan ji hezar salekî zêdetir ji mirovahîyê re rêbertîyê kirine, dema ku hakimîyetê li dinyayê dikirin yekîtî û bihevrebûna ku di nav wan de hebû xera bû û tesîra wan jî çû. Hetta êdî aliman nikaribûn bihatana cem hev jî. Feqet em dibînin ku ev ummet wê cardin şîyar bibe û serfiraz bibe. Yekîtî û bihevrebûna di navbera me de encax wê bi Îslamê bibe.”

“Îslam, bi meneyeke tamamî dîneke kamil e û divê ku bi wê şeklê jî bê teblîxkirin.”

Dr. Dilêr Simaqeyîyê ji alimên Hewlêrê bal kişand ku civak roj bi roj ji Îslamê dûr dikeve li hember vê tiştê jî divê ku alim dema ku wezîfeya bangkirinî dikin Pêxemberê me ji xwe re mîsal bigrin.

DR.DILÊR SIMAQÎEYÎ

Simaqeyî di axavtina xwe de weha got, “Em dibînin ku civak roj bi roj ji Îslamê û şerîata Xwedê dûr dikevin. Cardin hatina civakê ji Îslamê re û dayîna naskirina Îslamê ji civakê re wezîfeya aliman e. Bi cih anîtina ev wezîfeyê ya bi xweşikî a aliman; ji bona ku cardin berê civakê bidin Îslamê û Îslamê jî bi herî xweşik, bi zimanekî bê fehmkirin û nerm xwe bighêjînin civakê di gavên ku bavêjin de gerek Pêxemberê me selat û selam li ser wî be ji xwe re mîsal bigrin. Feqet em dibînin ku roj bi roj aliman ji civakê civak jî ji Îslamê dûr dikevin.”

Simaqeyî, “Pêxemberê me dibêje ku alim warîsê pêxemberan e. Ji ber vê yekê ye ku aliman peyamên ku Xwedê ji pêxemberê xwe re şîyandîye bighêjînin civakê. Ji bona ku alim û dawetvanan ev peyamê bi xweşkayî bighêjînin civakê pêşîya her tiştî exlaqê Pêxember ji xwe re bikin exlaq, wek ku Xwedê Teala emir kirîye ku teblîxê bi şekleke bi hîkmet û xweşik bikin. Encax bi vê şeklê berê xelqê ji Îslama ku ti kêmasî tê de tineye re bê dayîn. Di Îslamê de çi kêmasî heye çi zêdehî. Bi meneyek tam Îslam dînekî kamil e. Dibe ku bi şeklê ku çawaye wisakî bê qalkirin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir