• DOLAR 32.188
  • EURO 34.911
  • ALTIN 2416.145
  • ...
Orkun Kokçu: Ji ber sedema dînî ez bazbenda keskesorê navêjim milê xwe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Orkun Kokçuyê futbolvanê millî, diyar kur ku ew ji ber ku nîşana ji rê derketîyan e bazbenda Feyenoordê a ku ji renga keskesorê ye ew ê navêje milê xwe.

Kokçu di daxuyanîya xwe de weha got, “Ez difikirim ku girîng e ku ez tekez bikim ku ez ji her kesî re rêzdar im, bêyî ku dîn, paşeroj an bijare hebe. Ez bawer dikim ku her kes azad e ku ew çi bixwaze an hîs bike. Ez bi tevahî girîngiya vê çalakiyê fehm dikim, lê ji ber baweriyên xwe yên dînî ez hest nakim ku ez kesê rast im ku piştgiriyê bidim wê. Ji ber vê yekê ez bi girtina zendê kaptanê rehet nabim. Ez dikarim bifikirim ku hin dê ji vê yekê bêhêvî bibin. Hêvîdar im bijartina min a dînî jî were rêz kirin.”

Di maça lîgê de ku Gernot Trauner li şûna Orkun Kökçu bû kaptan, Feyenoord li derve AZ Alkmaar 3-1 têk bir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir