• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Hevdîtina Aliman a 7emîn dest pê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Hevdîtina Aliman a 7emîn” ew ê îro û sibê bi temamî bi şeklê 4 civîn û milahezeyê bê lidarxistin.

Ji bernameyê re gelek alimên Tirkîye, Efxenistan, Sûrîye, Îran, Iraqê û ji erdnigarîyên ummeta Îslamê beşdarî dibin.

Herka bernameya ku ÎTTÎHADUL ULEMA tertîp dike diyar bû.

Li gorî vê ew ê axavtina vekirina bernameyê Mele Enwer Kiliçarslanê Serokê Giştî yê Yekîtîya Medreseyan û Aliman (ÎTTÎHADUL ULEMA) bike.

Ew ê moderatortîya bernameyê Suat Yaşasinê Alikarê Serokê Giştî yê Yekîtîya Medreseyan û Aliman bike û bername roja ‘ewil ew ê 2 civîn û bi milahazaran bê kirin.

Roja yekem:

Civîna ‘ewil; Prof. Dr Alî Muhyîddîn Karadaxîyê Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Cîhanê: Fonksîyona Medreseyan a Di Civaka Îslamê de, Gavên ku Ji Bona Hewcetî û Belavkirinê Bên Avêtin.

Şêx Zahîd El-Haznevîyê miderris û alimê ji ulemayê Kurdistanê: Metodên Dawetê yê Di Şert û Mercên Roja Me De

Prof. Dr. Yusuf Kaplanê Lêgerîner û Nivîskar: Ciwanîya Ku Hereketên Îfsadê Kirine Hedefên Xwe, Di Parastina Malbat Û Pîrekan De Wezîfe û Mesulîyeta Ulemayê.

Milahezeyan

Civîna Duyemîn:

Moderator: Îmam Xetîp Dr. Îmad Sitar Guwanî

Axavtina silavdayînê: Dr. Samî Saidîyê Sekreterê Giştî yê Lijneya Lêgerîna Miftîtîya Lîbyayê

Dr. Resul Ebu’l Muhammedîyê Serokê Yekîtîya Alimên Cemaata Islah û Dawetê: Belavkirina Fikra Tolerans, Eleqe û Qebûlkirina Cihêrengiya Civakên Îslamî, Derbaskirina Pêşdarazî û Taassûban

Prof. Dr. Ahmed Abdulvahap Pêncwinîyê Temsîlvanê Hewlêr yê Yekîtîya Alimên Cîhanê: Faktorên Li pişt Laîkbûnê di Civaka Kurdî de, Wêrankirinên Wê, Pêwîstiya Têkoşînê, Berpirsiyarên Ulemayan

Mehmet Fıratê ji Medreseya Şêx Esad El-Çokreşî: Tevkariya Edebiyat û Helbesta Kurdî Di Têgihîştina Şaristaniya Îslamî û Nirxandina Wê Di warê Vexwendina Îslamê de
 

Danûstandin û Gotûbêjên Maseya Dor


Roja duyemîn

Civîna yekemîn;

Moderator: Doç. Dr. Ahmet Tekîn Endamê Fakulteya Zanîngeha Artukluyê

Axavtina silavdayînê:  Mela Abdussamed Yalçin ji Yekitiya Aliman û Medreseyan: Berpirsiyariya Ulemayê ya Çareserkirina Pirsgirêkên Kurdan, Hêmaneke bingehîn a ummeta Îslamê ye.

Rêveberê Giştî yê Saziya Ronakî Dr. Îdrîs Karîtanî: Rêberên ku Dîroka Îslamê Tewandine û Alimên Li Paş Fetih û Rêbazên Perwerdeya Wan

Prof. Dr. Şemsettîn Dursunê Endamê Fakulteya Zanîngeha Êlihê: Rola Zanistê di Perwerdehiya Exlaqî û Rûhanî de û Afirandina Hişyariya Şerîetê de

Serokê Enstîtuya Jiyar a Hewlêr û Zanîngeha Koyê. Hîndekarê Prof. Dr. Süleyman Selim İbrahim: Rola Medreseyan di Têkoşîna Rewşenbîrî û Tevgerkirina Nexweşiyên Civakî de

Milehezeyan

Civîna duyemîn;

Moderator: mele Abdulquddûs Hîlmî El-Qoxîyê Endamê Sazîya Bireveberîya YekîtîyaMedreseyan û Aliman

Axavtina silavdayînê: Îmam Xetp Dr. Şêrzad Abdulvahap Abdullah: Ji nû ve avakirina Hakemiya Ulemayê ya Pirsgirêkên Civakî, Bi taybetî Malbatî

Miderrîs Dr. Arîş Ahmed: Portreya Medreseyan a îdeal

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê
 

Milahezayan

Daxuyaniya dawî


Civîna ku ji sala 2015’an û vir ve her sal di meha Cotmehê de tê lidarxistin, bi beşdariya zanayên payebilind ên welatên Îslamê bi taybetî ji erdnîgariya Kurdistanê tê lidarxistin.

7'emîn Civîna Aliman jî wê li ser rêya Rêber TV û platformên medyaya civakî zindî bê weşandin. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir