• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Ji Karwana Hêvîyê li Bidlîsê ji bi sedan malbatan re alîkarîya xwarinê û meddî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karwana Hêvîyê, li çar alîyê Tirkîye û ji 20 welatî zêdetir ji mihtacan re alîkarîyên xwe didomîne.

Kolîyên alîkarîyê ên ku bi alîkarîya xêrxwazan hatin hazirkirin, ji malbatên mihtac re hatin belavkirin.

Îsmaîl Elbanê Temsîlkarê Bidlîsê yê Weqfa Karwana Hêvîyê, derheqê xebata alîkarîyê de agahîyan da û destnîşankir ku ew bi tenê di xwarinê na, di xanî û ji bona germbûnê de jî alîkarîyan dikin.

Elban, di axavtina xwe de weha got, “Em bi Karwana Hêvîyê ya Bidlîsê ji bi sedan malbatan re alîkarîya xwarinê kir. Ji hinek malbatan re jî alîkarîya meddî kir. Dil dixwaze ku em ji gelek malbatan re alîkarîyê bikin. Mirovên ku daxwazîya alîkarîyê dikin gelek zêdene. Ger ku xêrxwaz çiqas zêde alîkarîyê bikin, emê jî ew qas alîkarîyên xwe zêde bikin û bighêjin malbatên zêde ên mihtac.”

Elban di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku zivistan tê û lazimatî jî gelek zêde ne:

“Malbatên mihtac ên ku xanîyên wan xerabene hene. Em dixwazin ku ji wan re jî alîkarîyê bikin. Hinek mirovên me lazimatîya wan ji xanî re heye. Mirovên ku weha difikirin ‘di roja me de qet mirovên mihtac hene?’ Heye. Bi rastî jî dema ku hûn bigerin û lê binhêrin hûnê bîbinin ku hene. Mirovên ku mihtacin û fedî dikin derkevin derve û alîkarîyê bixwazin hene. Mirovên me yên lazimatîya wan ji êzing û komirê re heye hene. Em jî ji bona ku lazimatîya wan bibînin ji xêrxwazên xwe alîkarîyê dixwazin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir