• DOLAR 32.263
  • EURO 34.791
  • ALTIN 2442.654
  • ...
Serokwezîrê Malezyayê parlamentoyê fesih kir, banga hilbijartinên pêşwext ên neteweyî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îsmaîl Sabrî, di axaftina xwe ya li ser televîzyonê de got ku di nav salên dawîn de li welêt geşedanên ku bandorê li pêvajoya civakî-aborî û siyasî dike wek guhertinên serokwezîrtiyê û pêvajoya nexweşiyê tê jiyankirin.

Sabrî, ragihand ku bi erêkirina Qralê welêt, Siltan Abdullah Şah, parlementoya welêt hat betalkirin û rê li ber hilbijartinên giştî yên ku tê payîn di meha Mijdarê de bên kirin vekir.

Ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ya Malezyayê ve heta niha dîroka roja hilbijartinê nehatiye ragihandin. Di asayî de divê herî dereng du meh piştî betalkirina parlementoyê hilbijartina giştî were kirin. Hilbijêr dê Dewan Rakyat ku ji 222 endaman pêk tê, li gorî navê wê yê dinê Meclîsa Nûneran hilbijêrîn in. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir