• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Rejîma îşxalker a siyonîst li Mizgefta Harem-î Îbrahîm banga azanê qedexe kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejîma Siyonîst qerar girt ku Mizgefta Harem-î Îbrahîm ku li bajara El-Xelîla ku li Şerîeya Rojava ya ku di bin îşxalê de ye ye ew ê ji misilmanan re bigire.

Midûrê Mizgefta Harem-î Îbrahîm Gassan er-Recebî bertek nîşanî qerarê da û wiha got, "Rêvebiriya îşxalker, bi sedema ku Cihû dê di ‘Cejna Roş Aşanayê’ de îbadetê bikin, hemû herêmên mizgeftê heta saet 22.00an girtin. Ketina mizgeftê û banga azanê ji Misilmanan re qedexe ye. Mizgefta Harem-î Îbrahîm ya Mislimanan e. Ev der weqfeke îslamê ye, heqê Cihûyan li vir tune ye."

Mizgefta Harem-i İbrahim, piştî Mescid-i Haram a ku li Mekkeyê ye û Mescîda Nebewî a ku li Medîneyê ye û Eqsayê çaremîn mizgefta herî pîroz tê hesibandin.

Siyonîstên îşxalker di 25ê Sibata 1994an de 29 Mislimanên ku li Mizgefta Harem-î Îbrahîm a bajarê El-Xelîlê ya li Şerîaya Rojava Misilmanên ku nimêja serê sibê dikirin qetil kirin. Di êrîşê de zêdeyî 150 misilmanan jî birîndar bûbûn.

Piştî qetlîamê mizgeft hatibû girtin û dema ku ji nû ve hat vekirin jî ji nîvê wî zêdetir jî ji Cihûyîyan re hatibû tehsîskirin û bi vê şeklê hetibû kirin du parçe. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir