• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Pakistanê piştî lehiyê şob belav dibe: Hejmarê miriyan derket 318 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber barana mûsonê ya ku ji hezîranê vir ve li Pakistanê dewam dike hejmara kesên ku di lehiyê û bûyerên bi vî rengî da mirin zêde dibe.

Piştî karesata lehiyê 9 kesên dinê jî ji ber nexweşiya enfeksiyonê mirin. Hejmarê kesên ku ji ber lehiyê mirin derket 318 kesan.

Midûriyeta Rêvebiriya Afatê ya Neteweyî (NDMA) diyar kir ku li welêt di demsala mûsonê da hejmarê mirîyan derket hezar û 863yan.

Hat ragihandin ku ji ber lehiyê milyonek û 920 hezar xanî zirar dîtine û nêzî milyonek heywan jî telef bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir