Li ser sînora Qirxizistan û Tacîkistanê pevçûna bi çek cardin dest pê kir
Hat destnîşankirin pevçûna ku di navbera mihafizên herdu welatan de hatibû kirin ji nû ve hat destpêkirin û di pevçûnê de ji aliyê Qirxizan 81 kes birîndar bûn.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Komîteya Dewleta Ewlehîya Millî ya Qirxizistanê ve hat belavkirin, pevçûnên di sînora Qirxizistan û Tacîkistanê berdewam dike.
Di daxuyanîyê de hat îddîakirin ku alîyê Tacîkan gundên Kulund, Maksat û Janı-Jera yên li ser sînora Qirxizistanê ne kirine bin guleyên xwe.
Ji teref Midirtîya Tenduristîyê ve hat daxuyandin ku di nexweşxaneyên ku li herêmê ne de ji alîyê Qirxizan 81 birîndar hene. (ÎLKHA)