• DOLAR 32.29
  • EURO 35.035
  • ALTIN 2478.432
  • ...
Li Çeşmeyê keleka koçberan bin av bû: 5 mirî, 1 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat diyarkirin ku di encama xebatên ekîbên Ewlehîya Beravê de 14 koçber hatin xelaskirin, cesedê 5 kesan hat dîtin, ji bona kesekê yê ku winda ye jî xebat didomin.

Bûyer, di seat 04.00an de li nêzê Uçburuna navçeya Çeşmeyê pêk hat. Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên Ewlehîya Beravê hatin sewqkirin.

Hat ragihandin ku ji bona kesê winda bi tevî 4 kelekên ewlehîyê, 1 tîma ewlehîya ketina nav avê, 1 helîkoptera Ewlehîya Beravê xebatên lêgerînê hate destpêkirin. Hat ragihandin ku kesê winda zarokekî 12 salî ye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir