• DOLAR 32.202
  • EURO 35.011
  • ALTIN 2508.118
  • ...
Li Entabê di febrîqeyek de îskele hilweşîya: Mirîyek û 4 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, di Herêma Senayîya Organîzeya 5emîn a Entabê ku li Başipinara li navçeya Şehîtkamîlê ye pêk hat.

Li gorî îddîayan, di avahîyeke febrîqeya ku hêj di rewşa înşeatê de ye de dema ku karker dixebitin îskeleya polan bi dengekî mezin diweşe.

Karkerên dinê yên ku dengê hilweşîna platformê bihistîn xeberê ji ekîbên 112yê re şîyandin. Li ser xeberdayînê ji febrîqeyê re ekîbên tenduristîyê, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.

Ekîbên ku hatin herêmê piştî girtina tedbîran dest bi xebata xelaskirinê kirin. Ekîbên tenduristîyê diyar kirin ku di bin platforma ku hilweşîya de 5 karker hene û birîndar in.

Hat ragihandin ku ji birîndaran A.Y. (44) digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Karkerên birîndar jî hatin rakirin nexweşxaneyan û rewşa M.Ç jî giran e.

Tehqîqata ku derheqê qezayê de hatibû destpêkirin hêj berdewam dike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir