• DOLAR 32.266
  • EURO 35.066
  • ALTIN 2447.156
  • ...
Li Kolombiya'yê êrîşa bi teqemenî li polîsan hat kirin: 8 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li herêma San Luîs'a Huîla'yê pêk hat.

Li gorî medyaya Kolombiya'yê, teqemeniya ku ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve li ser rê hatibû bicihkirin, di dema derbasbûna wesayîta polîsan de hat teqandin. Di teqînê de 8 polîs mirin.

Serokkomer Gustavo Petro di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew êrîşa bombeyî bi tundî şermezar dike.

Petro êrîşê weke "sabotajeke eşkere" ya xebatên parastina aştiyê li Kolombiya'yê bi nav kir.

Petro ji hemû komên çekdar ên li welêt tevdigerin xwest ku dest ji şiddetê berdin û bi hikûmetê re dest bi diyalogê bikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir