• DOLAR 32.266
  • EURO 35.066
  • ALTIN 2447.156
  • ...
Karwana Hêvîyê ya Êlihê, ji 300î zêdetir malbatan re alîkarîya xwarinê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îsmet Okmenê dildarê Karwana Hêvîyê yê Êlihê destnîşan kir ku ew her meh fealîyetên alîkarîyê dikin, di daxuyanîya ku derheqê alîkarîyê kir de diyar kir ku xêrxwazan bi alîkarîyên xwe ji dilan re bûn hêvî.

“Em bi navê Karwana Hêvîyê her meh fealîyetên xêrê dikin”

Okmen di axavtina xwe de weha got, “Em her meh fealîyetên alîkarîyê dikin. Di vê mehê de jî me dest bi belavkirina kolîyên xwarinê kir û me wan kolîyan bir malên feqîran û teslîmê wan kir. Bi tevî vê alîkarîyê hefteyeke berîya vebûna dibistanê ji zarokên feqîr û mihtacên me re em ê alîkarîya qirtasîyeyê bikin.”

“Me ji 300î zêdetir malbatên xwe re alîkarîyê gihîştand”

Okmên, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku ew bi alîkarîya xêrxwazan ew ê gihaştina xwe ya ji êtîm û mihtacan re bidomînin, “Me di nava vê mehê de ji 300î zêdetir malbatên xwe yên mihtac re alîkarîya xwarinê kir. Di nav van kolîyên me de 11 çeşîd zexîre hebûn. Di nav pakêtên me de rûn, salçe, meqerne, birinc, şorbe, bilxir, şekir, çay, xwey û zeytûn hebûn. Xwedê Teala ji xêrxwazên me yên ku di vê xêrê de alîkarîyên wan gihîştine razî bibe. Ji bona ku ev xêran berdewam bikin banga me ji xêrxwazan re ev e; heta ku ew alîkarîyên xwe bikin em ê jî gihaştina xwe ya ji malbatên mihtac û feqîran re bidomînin.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir