• DOLAR 32.196
  • EURO 34.947
  • ALTIN 2423.459
  • ...
Şewata daristanan li bakurê Fasê berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xebatên vemirandina şewata ku di 17ê tebaxê da li daristanên bajarê Huseyme yê bakurê welêt derketibû bênavber berdewam dike.

Tê diyarkirin xebatên tefandinê ji ber ba û bagerê bi zehmetî tên kirin.

Hat diyarkirin ku di şewata ku 3 roj in li herêmê dewam dike de 55 hektar erd zirar dîtiye û zirara canî çênebûye.

Di şewata ku hefteya borî li bajarê El-Medik-El-Finedik ê bakurê Fasê derketibû de zêdetirî 125 hektar erd zirar dît. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir