• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Meletî qeza: 4 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li Gundê Gorgu ya rêbeja Enqere-Meletî'yê de di se'et 19.45'an de qewimî. Li gor agahiyên hat bidestxistin pîqaba bi plakaya 44 HK 402 ku di bin kontrola A.A. de bû û ji îstîqameta ji Gundê Gorgu yê dihat dema li ber îstîqameta Enqere'yê dizîvirî, li 'erebeya ku bi plakaya 44 ACJ 768 ya di bin kontrola M.N. (50) de bû û ji îstîqameta Enqere'yê dihat ve qelibî.

Di qezayê de ajokera otomobîlê M.N. û rewîyên bi navê Z.N, M.N. û zarokê bi navê A.N. birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ekîbên tendirustî, polîs û îtfaiye hatin cihe bûyerê.

Birîndar piştî midexaleyên 'ewil a li cihê bûyerê hatin birin nexweşxaneyê, derheqê qezayê de jî tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir