• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Berxwedana Filistîn'ê bi fuzeyan li rejîma îşxalker dixe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bersivdana komên Berxwedana Filistîn'ê ku di serî de Tugayên Qudsê ku girêdayî Cîhada Îslamî ya hemberî êrîşên rejîma îşxalker ên 3 rojên dawî dewam dike.

Ji ber fuzeyên ku ji Xezze'yê hatin avêtin li herêmên îşxalkirî sîrenên dirêj lê xist. Siyonîstên îşxalker piştî ku sîren hatin lêxistin revîyan sitargehan.

Berxwedana Filistîn'ê bi fuzeyan wargehên mezin ên wekî Berşeba, Aşkelon, Aşdod, Rishon Lezion, Netvim û Yebna hedef girtin.

Hat ragihandin ku ji ber fuzeyên hatin avêtin hin sîyonîst birîndar bûn û zirara madî çêbû.

Hat diyarkirin ku ji roja înê vir de ji zêdetirî 500 fuze hatiye avêtin.

Tugayên Quds'ê ragihandin ku ji bo Xalid Mensûr'ê ku îro ji teref îşxalkeran ve hat şehîdkirin û ji bo şehîdên din fuze hat avêtin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir