• DOLAR 32.271
  • EURO 35.088
  • ALTIN 2470.435
  • ...
Ji Yekîtîya Ereban ji Çînê re alîkarî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daxuyanîya ku di sîteya înterneta fermî ya Yekîtîya Ereban de hatîye daxuyandin, Zekîyê Alîkarê Sekreter yê Giştî, bi Lîao Lîqîangê Sefîrê Qahîre yê Çînê re li ser telefonê hevdîtinek kir.

Zekî, di hevdîtinê de destnîşan kir ku ew alîkarê Yekîtî, desthilatdarî û tevayîya ‘erdên Çînê ne, îfade kir ku Ahmed Ebu Gaytê Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Ereban jî daxwaz dike ku bila krîza Taywanê di demeke kurt de bê çareserkirin.

Lîqîangê Sefîr jî, destnîşan kir ku bila ji unsûra “Tenê Çîn” re hurmet bê dayîn, diyarkir ku tiştên ku bi aramî û aştîya herêmê nakeve û bi qerarên Neteweyên Yekbûyê re ditewişe jî neynê kirin.

Sefîrê Çînî, di hevdîtinê de xeyn ji van tiştan bi Zekîyê Sekreterê Giştî re derheqê dosyeya Taywanê de jî bûyerê dawîn jî bidestxist. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir