• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Yemenê agirbest 2 mehê dinê jî hat dirêjkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Grundberg, derheqê meseleyê de daxuyanîyeke niviskî belav kir û di wê daxuyanîya xwe de bal kişand ser wê yekê ku rêkeftina dirêjkirina agirbestê di heman demê de pabendbûna aliyan li ser xurtkirina danûstandinan ji bo gihîştina rêkeftineke agirbestê ya berfireh di zûtirîn dem de heye.

Grundberg, “Pêşniyara agirbestê ya dirêjkirî; Ew dikare beşdarî gihandina lihevhatinekê li ser mekanîzmayek dravdana şefaf, dayîna birêkûpêk ya karmend û xanenişînan, vekirina rêyên Taiz û parêzgehên din, çêkirina bêtir geştên du alî ji Balafirgeha Navneteweyî ya Sana, û misogerkirina herikîna birêkûpêk a sotemeniyê ji Bendera Hudeyda.

Ji ber êrîşên Rejîma Siûdî û mittefikên wî di 2014an de heta niha Yemen hatîye kirin nav xirakirineke mezin û krîza însanîyeteke mezin.

Komên cuda yên ku di Îlola 2014an heta niha de li Sanaya paytext û hinek herêmên dinê bireveberîyê di destê xwe de digrin, di 2yê Nîsanê de, operasyonên hewayî, qeray, û behrî ji bona sekinandina 2 mehan qebûl kiribûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir