• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Nexweşa ku di ambûlansa qezakirîde bû mir: 3 xebatkarê tendiristîyê jî birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza li çarrêya rêbeja Reşadiye-Niksar D-100 sanayîyê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ambûlans ji ber ku hakimîyet direksîyonê winda kir li bariyeran xist.

Ambulansa ku di bin rêveberiya K.Ş. (24) de bû, ji ber ku kontrola direksiyonê winda kir, li bariyeran qelibî û derket li ser refûjan.

Di qezayê de nexweşa bi navê Hanîfe Y. (67) di ambûlansê de jiyana xwe ji dest da, ajokar K.Ş. û xebatkarên tenduristiyê V.Ş. (24) û B.T. (24) birîndar bûn.

Ekîbên tenduristiyê û polîsan hatin sewqkirin cihê qezayê. Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Reşadiye.

Derheqê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir