Li Nîjerya'yê qeza: 30 mirî
Li gor agahiyên ewil li eyaleta Kaduna ya Nîjeryayê di qezaya trafîkê ya ku wesayitek û 2 mînîbus li hev ketin de 30 kesan mirin.
Hat diyarkirin ku li ser rêya Zarîa-Kano ya Kaduna'yê de wesayîtek û 2 mînîbusên rêwiyan li hev qelibîn, di encama qezayê de 30 kesan mirin û gelek kesan jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku rewşa hin birîndaran girane û hat ragihandin ku ji zêdebûna hejmara miriyan jî endîşe tê kirin. (ÎLKHA)