• DOLAR 32.383
  • EURO 35.112
  • ALTIN 2326.35
  • ...
Rêwiyê ku di otobusê de nexweş ket hat rakirin nexweşxaneyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li wanê pîrêka ku di nav otobûsa 121 numerayî Edremît-TOKÎ'yê de di carekê de rewşa wê giran bû.

Piştî ku jin nexweş ket rêwiyên din ên di otobusê de bûn mudaxeleyê pîrekê kirin û agahî dan ajokarê otobûsê.

Şofêr dît ku jin bêhiş bûye, ji rêya xwe derket û çû nexweşxaneyê.

Ajokarê ku bi rêwiyên di hundir de çû Nexweşxaneya Herêmî û Lêkolînê ya Wanê, di demeke kin de pîreka nexweş teslîmê rayedarên tenduristiyê kir.

Ajokarê ku demekê li ber nexweşxaneyê sekinî piştî ku rewşa nexweş baş bû ji nexweşxaneyê derket.

Ev reftara ajovan hem ji hêla rêwiyên din û hem jî ji hêla hemwelatiyên li nexweşxaneyê ve spasiyek mezin wergirt.

Ajokarê otobusê Gokhan Ermîş, diyar kir tiştê ku ew kirîye li ser navê mirovahiyê kiriye û got ku weke şofêrên Şaredariya Bajarê Mezin li hemberî van bûyeran perwerde dîtine û ji bona  nexweş jî şîfa xêrê xwest. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir