• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Brezîlyayê li dijî rêxistina sûcê operasyon: 18 kes mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li taxa Vila Cruzeiro (favela) ya li bakurê bajarê Rîo de Janeîro yê Brezîlyayê, li dijî komeke sûcdar ku erebe dizîne, banka talan kirine û taxên derdorê dagir kirine, operasyon hat lidarxistin.

Di encama şerê ku di operasyonê de derket de 16 endamên rêxistinê hatin kuştin û polîsek û sivîlek jî jiyana xwe ji dest dan.

Piştî pevçûnê polîsan dest danî ser gelek çekên lûle dirêj, fîşek, bombeyên destan û madeyên narkotik ên çeteyan, hin motorsîklet û maşîne jî desteser kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir