• DOLAR 32.211
  • EURO 34.914
  • ALTIN 2428.197
  • ...
Serokomar Erdogan û Pûtîn li Îranê wê li ser genimê Ukraynayê biaxivin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yurî Uskakov'ê ku alîkarê Serokê Rûsyayê Pûtîn'e derbarê lûtkeya Sûriyeyê ya ku wê sibê li Tehranê ji aliyê serokên Îran-Tirkiye-Rûsyayê ve bê lidarxistin de daxuyanî da rojnamevanan.

Uskakov di daxuyaniyê de wiha got: "Îxracata genim a Ukraynayê wê bi Erdogan ra were gotûbêjkirin. Niha jî li ser vê mijarê dixebitin. Ji bo hêsankirina îxracata dexlên Ukraynayê xebatên me didomin."

Uskakov, diyar kir ku xebatên der barê îxracata dexlên Ukraynayê de bi awayekî aktîf tên meşandin û bi bîr xist ku di 13'ê Tîrmehê de li Stenbolê bi beşdariya Rûsya, Ûkrayna, Tirkiye û nûnerên Neteweyên Yekbûyî civîna çaralîya yekemîn a li ser genim pêk hat.

Uskakov derbarê mijarê de van îfadeyan bi kar anî, "Di civînê de li ser amadekirina belgeyeke hevpar a ku çarçoweya qanûnî û rêbaza giştî diyar bike li hev kirin. Biryar hat dayîn ku ji bo îxracata genim a ji benderên Ukraynayê li Stenbolê navendeke hevpar a koordînasyonê bê vekirin. Em amade ne ku xebatên li ser dewam bikin û ev rê û ev xebat wê bidome."

Uskakov her wiha da zanîn ku piştî lûtkeyê dê her sê serok daxuyaniyeke hevpar bidin, taslaka daxuyaniyê hatiye amadekirin û li benda qebûlkirina wê ji aliyê lîderan ve ye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir